H’emû nûçeSereke

Ji bo Ermenîstanê 24,3 mîlyon dolarê din jî wê peyda bibe

Nava encamê mîsyona fonda diravî ya navneteweyî ku ji sala 2023 a ji 13 a heta 25 ê îlonê pêk hat û nîqaşên piştre, di navbera Komara Ermenîstanê û fonda pera ya navneteweyî de li ser guhertoya duyemîn ya bernameya rêzêrva sêsalî ya heyî, lihevkirinek xebatê hate kirin. 24,3 mîlyon dolarên Amêrîkî  çavkanîyên darayî, ku hebûna tevahî digihîje 72,9 mîlyon dolarên Amêrîkî.

Wekî ku ji hêla wezîreta darayî ya Ermenîstanê ve hat ragihandin, vekolîn li ser bingeha pêşkeftinên girîng yên ku ji hêla ermenî ve di warê parastina aramîya makroaborî, xurtkirina berxwedana aborîyê, pêkanîna berdewam ya rêformên strûktûrî, seferberîya dahatê, rêveberîya veberhênana dewletê û başkirina jîngeha karsazîyê.

Fonda diravî, ya navneteweyî pesina bersivdana bilez ya hukumeta Ermenîstanê da ji bo hewcedarîyên  100,000 î zêdetir mirovên bi destê zorê yên li Qerebaxa Çîya ku koçî Ermenîstanê kirin, dabînkirina piştgiriya diravî, xaniyên demkî, û her weha alîkarîya darayî ji bo dabînkirina lêçûnên xanî û kardarîyê.

Tê gotin ku sala 2024 di reşnivîsa byûcêya dewletê de hat destnîşankirin ku ew bi awayekî rêk û pêk piştgirîya kesên navborî dihewîne û di heman demê de îstîqrara makro aborîyê mîsîoger dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button