H’emû nûçeSereke

Armanca Tirkîyayê  heye ku monîtorînga xweye li Axdamê, ya tevî rûsa berdewamke

Tirkîya progiram dike ku bi wedê salekê monîtorînga li Axdamê, ya tevî rûsa berdewam bike. Derheqa wê yekêda kanîyên dîplomatîye li Enqerê elamî çapemenîya Adirbêcanê kirine.

Hatîye dîyarkirinê, wekî ev pirs wê bona gotûbêjkirinê raberî parlamênta Tirkîyayê bikin. Heger parlamênt qayîlîya xwe bide, wî çaxî wê bi wedê salekê jî mayîna leşkerên tirka bê dirêjkirinê.

Em bîr bînin wekî piştî şerê Qerebaxêyî 44 roje, Rûsîyayê û Tirkîyayê qayîlî dest anîn û ji sala 2021 ê da li Axdamê merkeza monîtorîngêye tevayî hatibû vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button