H’emû nûçeSereke
Li Bryûsêlê li fonda Pogosyan pêşengeha dîroka Ermenîstanê vebûye

Li merkezeke Bryûsêlêye çandî, fonda Pogosyanê pêşengeh hatîye vekirinê, ya ku wê hetanî 10 ê adara sala 2024 a dîroka Ermenîstanê raberke.
Wextê vekirina pêşengehê, usa jî baylozê Ermenîstanêyî li Bêlçîkayê û Yekîtîya Avropayê Tîgran Balayan, wezîra Bêlçîkayêye karên der û şuxulkarên mayîne bi nav û deng amade bûne.
Wezîra Bêlçîkayêye karên der gotîye, wekî bona wê tiştê şabûnêye, ku mecal çê dibe nasîya xwe bide çanda ermenî. “Em dewlemendtîya eşkere dikin, kîjan rûyê dew û doza Qerebaxêda îdî nayêne dîyarkirinê.Ev pêşengeh him ya ruhdarkirinêye û him jî ya xemgînîye, bi hesabhildana halê li wir, ev tîne bîra me ku em gerekê vî hemû tiştî xweykin û bona xweykirina aşîtîyê û çandê bixebitin”,-wezîra karên der gotîye.







