H’emû nûçeSereke
Nîkol Paşînyan wê beşdarî civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nebe

Bi însîyatîva alîyê Bêlarûsê, serokwezîr Nîkol Paşînyan bi serokê Bêlarûsê Alêksandr Lûkaşênko re bi telefonê axivîye.
Bi ragîhandina “Armênprêss” ê, ji ofîsa serokwezîrê Ermenîstanê hat ragîhandin, ku mijarên têkildarî organîzekirina civîna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîva ku 23 ê mijdarê li paytexta Belarûsê Mînskê bê lidarxistin, hatin gotûbêjkirin.
Serokwezîr Paşînyan elamî serokkomarê Bêlarûsê kir ku ewê nikaribe beşdarî civînê bibe û hêvî xwest ku hevkarên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Koloêktîv wê biryarê fam bikin.







