SerekeSîyasî

Wezîrê îraqî derheqa amadebûna bona deranîna nefta Kurdistanê elam kirîye

Amadekirina deranîna nefta Kurdistana Îraqê, ya bi îskela tirkî, destpê bûye. Derheqa wê yekêda wezîrê Îraqêyî neftê Xayan Ebdil Ganî berî çûyîna li Herêma Kurdistanê gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî şuxulkarîya têknîkî îdî ser hevda hatîye.Em bêjin, wekî deranîna nefta ji Kurdistana Îraqê ji meha adarêda hatibû sekinandinê, çimkî di navbera hukumata Îraqê û hukumata Tirkîyayêda hevraqayîlnebûn hebûn.

Piştî vê elametîyê, wezîr li Hewlêrê rastî Mesrûr  Barzanîyê serokwezîr hatîye.Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa amadekirina deranîna nefta Kurdistanê hatine gotûbêjkirinê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê daye dîyarkirinê, wekî Kurdistan amadeye deranîna neftê destpêke û şuxulkarîya xwe jî tevî hukumata Îraqê bide koordînasîyakirinê.

Dêlêgasîya Îraqê jî daye dîyarkirinê, wekî hukumat fêdêral amadeye piştgirîyê bide wê proseyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button