H’emû nûçeSereke

Bayloza ŞAY tevî dîtindarên Yekîtîya Avropayê li qeza Tavûşê qesidîye

Bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Krîstîna Kwîn tevî dîtindarên Yekîtîya Avropayê li qeza Tavûşê qesidîye. Derheqa wê yekêda mîsîya Yekîtîya Avropayê rûpelê xweyî X ê da nivîsîye.

“Bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Krîstîna Kwîn tevî mîsîya Yekîtîya Avropayê li qeza Tavûşê qesidîye. Seredan ji alîyê wekîltîya mîsîyayêda, ya li Îcêvanê hatîye teşkîlkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Em bêjin, wekî ofîsên mîsîyayê li Cêrmûkê, Gorîsê, Kapanê, Martûnîyê, Îcêvanê û Yêgêgnazorê û usa jî li Yêrêvanê hene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button