H’emû nûçeSereke

Mîşêl amadeye û dixweze li Bryûsêlê di navbera rêberada hevdîtinê organîze bike:Klaar

Yekîtîya Avropayê mecbûr nîne ku xwe bide alîkî. Me, bi taybetî Mîşêlê serok pêşnîyar kirîye ku piştgirîyê bidin. Bona me berjewandîya here pêşin ewe ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda qayîlnivîsar hebe. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayê Toyvo Klaar gotîye “Armênprêss” ê.

“Li kîderê ew peyman bê îmzekirinê, bona me ew yek girîng nîne, lê ew yek girînge ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda pêwandî îzbatbin.

Çi ku derheqa wê yekêdane ku Elîyêvê serok nehate Granadayê, em aciz bibûn, lê em difikirîn wekî ew yek mecaleke baş bû.

Mîşêlê serok amadeye ku dixweze hevdîtina rêbera li Bryûsêlê organîze bike.Wedê wê jî girînge.Feqet tiştê herî girîng pêşdaçûyîne û me guhdarîya xwe li ser wê yekê daye merkezkirinê”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button