H’emû nûçeSereke

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê nûçeyên şandina mûşekan ji Ûkraynayê re red dike

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê nûçeyên ku  gelek mêdyayên biyanî û Ermenîstanê de belav bûne ku dibêjin Ermenistan  mûşekan bide Ûkraynayê red dike. Di bersiva pirsa “Armenprêss” ê , ev tişt ji alîyê sêkrêtarê rojnamevanî yê wezîreta berevaniya Ermenîstanê Aram Torosyan ve hat ragihandin.

Pirs: – Di van rojên dawî de, di çend mêdyayên biyanî de, ku di nav wan de mêdyaya azêrî jî heye, nûçe belav dibin ku Ermenîstanê  mûşekan bide Ûkraynayê. Ev nûçe di hin mêdyayên Ermenîstanê de jî derket. Hûn ê çawa şîrove bikin?

Bersiv: -Dezgeha pêwendîdar ya wezîreta berevanîyê çavdêrîya weşanên çapemenîyê yên girêdayî sêktorê dike û li gorî pêwîstî û guncan wan şîrove dike yan jî bertek nîşan dide. Ev agahî ne li gorî rastiyê ne û em bang li hevkarên çapemeniyê yên Ermenîstanê dikin ku têzên derew yên ku ji alîyê çavkanîyên propagandaya biyanî ve hatine avêtin li medyayê belav nekin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button