H’emû nûçeSereke

Di navbera Ermenîstanê û Îraqê de têkilîyên pir qewîn hene: Ebdil Letîf Reşîd

Serokê Îraqê Ebdil Letîf Reşîd serdana xweye li Ermenîstanê  ya dîrokî  hesab dike.

Bi ragîhandina “Armênprêss” ê, serokê Îraqê  piştî rasthatina bi serokê Komara Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan ragîhand. “Ev serdana yekem ya ji alîyê serokê Îraqêye li Ermenistanêye, ji ber vê yekê ez vê serdanê, serdaneke dîrokî dihesibînim. Ez spasîya Ermenîstanê dikim ji bo mêvanperwerîyê û wergirtina germ”,- ewî got.

Serokê Îraqê destnîşan kir ku têkilîyên qewîn di navbera Ermenîstanê û Îraqraqê de hene. “Em serbilindin bi civata  ermenîya yên li Îraqê. Hevalbendîya wan bi gelên îraqîra ji demên kevnar tê”,-Reşîd da kifşê.

Li gorî wî, serdana wî ya li Ermenîstanê bi mebesta hêzkirina hevkarîya di navbera herdu welatan di navbera çandî, sîyasî, aborî û tûrîzmê de ye.

Serokê Îraqê destnîşan kir ku hemû sazîyên dewletê li welat xebatên xwe ji bo rêforma sêktora kar û baran dikin û hewceyê piştgirîya civaka navdewletî û piştgirîya welatên bi vî rengî yên mîna Ermenîstanê ne.

Li gorî serokê Îraqê, bi Ermenistanê re li warê bazirganîyê dozeke berfireh heye.

Ebdil Letîf Reşîd di heman demêda ragîhandina hewayî ya di navbera Ermenîstanê û Îraqraqê de bê damezrandin, ku wê zêdebûna serdanên hevbeş zêde bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button