“Ew alîkî usaye, derheqa kîjanîda ez baş difikirim”: Alên Sîmonyan derheqa Avroîntêgrasîyayêda

Ew alîkî usaye, derheqa kîjanîda ez baş difikirim, çimkî ew qîmetî: dêmokrasî, mafên mêriv, xebera aza, bi fikira min ew prînsîpên hîmlîne, yên ku roja îroyîn bona welatê me bûne sîstêma ewlehkarîyê. Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku gelo Avroîntêgrasîya Ermenîstanê tiştê bûyînêye, yan na.
“Tu kesî înkar nekirîye, wekî hevkarên me elametîyên ecêb belav dikirin… mesele, dema ku Adirbêcanê dijî Qerebaxê ji 15 alîyada êrîş destpê kiribû, lê tifaqdara me elam dikir ku bangî Ermenîstanê û Adirbêcanê dikin, agir bidine sekinandinê.Bi wê yekê wana dixwest Ermenîstan çawa alîkî mayîn hesab bikirana. Em dibînin, wekî ji cîhên mayîn elametîyên bi nav dihatine kirinê û wextê wan kirina zeftkirin hebû”,-Sîmonyan gotîye.







