H’emû nûçeSereke

Blînkên  serokên Ermenîstanê û Adirbêcanêra bi têlefonê axivîye

Wezîrê  Amêrîkayêyî karên der Êntonî Blînkên li peywendîyeke têlefonî bi serokwezîrê Komara  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re axivî û li ser hewlên ji bo pêkanîna aştîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê da gotûbêj kirin û piştgirîya Waşîngtonê ji serwêrî û yekperçetîya axa Ermenistanê re dîyar kir. Derheqa wê yekêda “Armênprêss”  elam dike, li ser peyama ku ji alîyê wezîreta Amêrîkayêye karên derda hatîye belavkirin.

“Wana piştgirîya  Ştatên Yekbûyî ji bo hewildanên ji bo gihîştina peymaneke aştîyeke mayînda û bi rûmet di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de gotûbêj kirin. Wezîrê karên der piştgirîya berdewam ya Ştatên  Amêrîkayêye Yekbûyî  ji bo serwêrî û yekparebûna axa Ermenîstanê dûpat kir û bal kişand ser hewildanên ji bo zêdekirina hevkarîya dualî bi Ermenîstanê re ji ber ku em dixebitin ku piştgirî bidin vîzyona wê ya ji bo pêşerojeke dewlemend û demokratîk”.

Êntonî Blînkên her wiha pêwendîyeke têlefonî bi serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ra kir û “Peymana serok  Elîyêv ya ji bo pêkanîna peymaneke aştîyê ya mayînda û bi rûmet di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê da” pêşwazî kir.

“Wezîrê karên der qebûl kir ku ev pevçûna demdirêj hem ji  azêrîyara û hem jî ji ermenîyan re bûye sedema êş û azaran û bal kişand ser feydeyên ku aştî dikare ji her kesê li herêmê re bîne”.

Blînkên her wiha bi Elîyêvra mijarên ku di navbera herdu welatan da bi fikarin gotûbêj kirin û “li ser derfetên  qewînkirina hevkarîyê bi taybetî li ser pêvajoya aştîyê axivî” û bal kişand ser girîngîya peywendîyên di asta bilind de.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button