H’emû nûçeSereke

Ez fam nakim paşxistina Adirbêcanê wê çi bide wan û herêmê: Alên Sîmonyan

Em hertim  zêdebûna êskalasîyayê dibînin, ji ber ku gelek mînak hene, wek mînak di dawîya tebaxa  sala 2022 a hevdîtinek pêk hat û piştî 15 roja Adirbêcanê destbi opêrasyonên leşkerî kir. Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan wextê axaftina xweye tevî rojnamevanan  got û behsa daxuyanîya alîkarê wezîrê  Amerîkayêye karên der Cêyms O Brayên kir ku gotibû, Waşîngton dê hemû amûran bikar bîne ji bo rêgirtina li pêşîya avakirina rêya bazirganîya aştiyane, ewî got:“Em tu cara nikarin tiştekî ji holê rakin û hişyariya Ştatên Yekbûyî jî ji bo vêye. Bi rastî jî alîyê ermenî amadeye û ji bo aşîtîyê diçe”.

Li ser pirsa “Gelo bi navbeynkarîya Amêrîkayê dibe ku hevdîtineke nû di navbera Paşînyan û Elîyêv de pêk bê?” Serokê parlamêntê bersiv da. “Ev yek ji wan mijarên bêhempa ye ku agahdarîya min jê tune. Ez fam nakim çima Adirbêcan ji formên cuda dûr dikeve. Pêşî Fransîya sûcdar kirin, paşê Bryûsêl sûcdar kirin, format red kirin, paşê Waşîngton red kirin. Bi rastî ez fam nakim dirêjkirina wê demê wê çi bide Adirbêcanê, wê çi bide herêmê. Bi destekî behsa aştîyê dikin, bi destê din jî ji peymana aştîyê ku ji xwe gelekî nêzîkî rastîyêye, direvin”,- serokê parlamêntê got.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button