H’emû nûçeSereke

Diqewime Fransîya sîlihên başqe jî bide Ermenîstanê: pêşezanê leşkerî

Diqewime Fransîya sîlihên başqe jî bide Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda pêşezanê leşkerî Lêonîd Nêrsîsyan gotîye.

Ewî şirove kirîye wekî ew yek dikare wî çaxî biqewime, dema ku Fransîya halê parastina Ermenîstanêye ji hewê lêkolîn bike. Ew yek usa jî bi dokûmênta Ermenîstanê û Fransîyayê îmzekirî têra divîne.

Feqet, bi qîmetkirina wî, hê zûye bêjin wekî sîlihê ji Fransîyayê kirî dikare guhartinê bike nava parastina Ermenîstanê.

“Maşînên zirihkirî, yên başin, lê hindikin.Çi ku derheqa radaradane, ew sîstêm yên başin û çend komên wî cûreyî dikarin roleke kifş bilîzin.Derheqa sîstêmên parastina hewêda jî, ez bêjim wekî nava dokûmêntêda derheqa wanda hatibû dîyarkirinê. Heger wana bidin, ewê dereca şerkarîya eskerê ermenî bilindkin, lê ewê guhartinên stratêcî nekin”,- Nêrsîsyan gotîye.

Bi gotina wî, sîlihên Hindistanê jî, yên kemala stratêcîne, çimkî gilî derheqa bahê mîlyardekîdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button