Pêşezanê leşkerî daye dîyarkirinê, wekî diqewime di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda opêrasîyonên leşkerî hebin

Di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dikarin opêrasîoynê leşkerî destpêbin û bona wê yekê gerekê her dem amadebin.Hemû tişt lez tê guhartinê, gelek tişt jî bûyarên Ûkraînayê, hevraxeberdanên Yêrêvanê û Bekûyê û faktorên başqeva girêdayîne. Derheqa wê yekêda pêşezanê leşkerî Lêonîd Nêrsîsyan gotîye.
Bi gotina Nêrsîsyan bona Adirbêcanê faktorên sînorkirinê Îran, hinekî jî Rûsîya û Rojavane.
“Bûyarên sala 2020 î dane kifşê, wekî garantîya ewlehkarîya Ermenîstanê tenê eskerê wîye. Gumana xwe gerekê tenê dayînî ser xwe.Sîstêma parastina hewê, ya ermenîya-rûsaye tevayî bi praktîkî xwe neda kifşê, lê ew yek dikaribû usa jî îlona sala 2022 a bibûya”,- Nêrsîsyan gotîye.
Bi fikira wî, sîstma ekîshewê, ya baza Rûsîyayêye 102 a kevin bûye û li wir cûrên sîlihaye hindik mane.
“Çi ku derheqa sîstêma Organîzeya Peymana Ewlehkarîyêdane, welatên endam dikarin bi rezedilîya xwe beşeke sîlihên xwe bikine nava sîtêma tevayî.Feqet nava dorana wê yekêda tehsîra baş, yan jî xirab wê tunebe”,- pêşezan gotîye.







