H’emû nûçeSereke

Firîna  satêlîta “Hayasat-1”  ya Ermenîstanê 2 roja  paş ketîye

Wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind elam kirîye wekî  1 ê kanûnê bi wedê Yêrêvanê seheta 22:18 î firîna satêlîta Hayasat-1 ê ya ku li Ermenîstanê tê çêkirin, 2 roj dereng ketîye, wê bi roketa SpaceX’ê Falcon-9’ê bişîne erşê ezmîn.

Em bînin bîra xwe ku destpêkirina satêlîtê destpêkê  29 ê mijdarêda hatibû plankirin.

Satêlîta Hayasat-1 ji alîyê laboratorîya lêkolînên fezayê ya Bazûmkê û navenda Perwerdehîya zanistîva hatîye çêkirin.

Sala 2023 da, laboratorîya lêkolînê ya fezayê “Bazûmk” satêlît pêş xist. 7 ê îlonê  wezîreta pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê lîsansa pêkanîna çalakîyên fezayê wergirt.

 “Hayasat-1” duyemîn peyka ermenî ye ku ber bi fezayê ve hatîye avêtin, lê ew satêlîta yekeme ku ji alîyê pêzezanên ermenî li Ermenîstanê hatîye çêkirin.

Satêlîta “Hayasat-1” bi sênzorên ku tundtya ronahîya ku li alîyên wê yên cîhê dikevin dipîvin, magnêtomêtrêyên ku ji bo satêlîtê wekî kompasê tevdigerin, magnêtomêtrêyên ku zivirîna satêlîtê kêm dikin, sênzorên ku germahîya beşên herî krîtîk dipîvin, modûlên cihêreng, û her weha sênzorên bêhêz yên ku guheztinên arasteyê dipîvin.

Satêlît xwedan bargiranek duyemîne, pîvandina wê dê daneyên li ser zivirandin, pozîsyon û tevgera satêlîtê peyda bike. Ew ji wergirê GPS-ê bi antênên xwe û amûrek pîvandina bêhêzî ya ezmûnî pêk tê ku li Ermenîstanê hatî çêkirin .

Heger ceribandina ya paşîn di şert û mercên dijwar yên fezayê de serketî be, dê di pêşerojê de di satêlîtên navxweyî û welatên din de bê bikaranîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button