H’emû nûçeSereke

Hetanî niha ji Rûsîyayê sîlih nehatine stendinê: cîgirê wezîrê parastinê

Dewsa perên ku Ermenîstanê dane Rûsîyayê hê tu sîlih nehatine stendinê.

Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê wezîrê parastinê Hraçya Sargsyan gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku gelo Rûsîyayê dewsa perên dayî sîlih dane Ermenîstanê, yan na û gelo ew pirs tê gotûbêjkirinê, ku dijî Rûsîyayê li organîzeyên navneteweyî îşê mehkemê wê bê vekirinê, yan na.

“Ez zanim, wekî hetanî niha sîlih nehatine stendinê.Ez difikirim, wekî sirê wê negihîje wê derecê û nava atmosifêra hevkarîyêda pirsê bê helkirinê”,-Sargsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button