H’emû nûçeSereke

7 ê kanûna sala 1988 a roja bîranîna cangorîyên erdhejêye

7 ê kanûna sala 1988 a, bi wedê Yêrêvanê seheta 11:41 deqe li bakûr-rojhilatê Ermenîstanê erdheja wêrankir qewimî, qewata kîjanê ji 6,8  hetanî 7,2 magnîtûtî bû.

Rûyê wê erdheja wêrankirda, temamîya beşa Ermenîstanêye bakûr hate wêrankirinê, li kîderê mîlyonek meriv diman.Merkeza erdhejê Spîtakê bû, li kîderê qewata erdhejê gihîşte 9-10 bala.

Nava encamên erdhejêda bajarê Spîtakê û 58 gund bi temamî wêran bûn, beşeke bajarên Lênînakanê /niha Gumirî/, Stêpanavanê, Kîrovakanê /niha Vanazor/ û usa jî ji 300 î zêdetir gund zîyanê ketin.

25 000 meriv wefat bûn, 514000 meriv bêmal man, ji bin avayên wêrankirî 45 000 merivên sax hatine derxistinê, 12500 meriv ketine xestexana.40 selefê potênsîyala senaya Ermenîstanê zîyanê ket, qîmetkirina kîjana 10 mîlyard dolarên amêrîkî bû.

Piştî erdhejê, 113 welata piştgirîya hûmanîtarî  şandine Sovyêta berê.

Ji sala 2019 a da 7 ê kanûnê li Ermenîstanê roja bîranîna cangorîyên erdhejê û berxudana dijî qezîya tê kifşkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button