H’emû nûçeSereke

Melûmetîyên derheqa aktîvbûna ruşetxwerinêda xemgînîyê pêşda tînin: Paşînyan

Melûmetîyên derheqa aktîvbûna ruşetxwerinêda xemgînîyê pêşda tînin, yên ku bi cêrge eşkerekirinên konkrêtva dîyar dibin. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li parlamêntê gotîye.

“Feqet ez gerekê usa jî derheqa wan proseyên nihada bêjim, yên ku tên paşdaêxistinê û usa tê stendinê, ku ew meriv nayêne cezakirinê û ew yek jî hîm  bona aktîvbûna ruşetxwerinê çê dike.Nava şerkarîya dijî ruştxwerinê rola sereke ya hukumatê û parlamêntêye, yên ku gerekê şerkarîya dijî ruşetxwerinê berdewam bikin û mêxanîzmên dijî wan bidine sazkirinê”,-Paşînyan gotîye û careke mayîn daye dîyarkirinê, wekî piştî sala 2018 a înstîtûtên nû, yên dijî ruşetxwerinê dixbitin.

“Tiştek ber çevaye, wekî li Ermenîstanê hemû kes jî li ber qanûnê wekehevin.Ev yek xwestina hukumatê, piranîya parlamêntê û usa ya mine sîyasîye. Feqet bona vê yekê gerekê pêvajoyê berdewam bikin, sîstêmên cabdarîyê sazkin”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button