Bekûyê li Qerebaxê xirabkarîyên leşkerî mîyaser kirine: raporta USCI ê derheqa Adirbêcanêda

Komîsîya azaya dînî, ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî raporta derheqa azaya dînîda, ya li Adirbêcanê raber kirîye.Raportêda derheqa teribandinên mafên mêriv û tunebûna qedirgirtina hindava azaya dînîda li Adirbêcanê, usa jî xirabkarîyên Bekûêye dijî ermenîyên Qerebaxê tê gotinê.
“Nava hemtêksta dew û doza Adirbêcanê û Ermenîstanê hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê xirabkarîyên leşkerî li Qerebaxê mîyaser kirine,axa kîjanê bi navneteweyî çawa beşa Adirbêcanê hatîye naskirinê. Ji kanûna sala 2022 a da destpêkirî, ermenîyên êtnîk li herêmê rastî dijwarîyên mezin, yên girêdayî xurek, ardû û dermanava hatine, dema ku korîdora Laçînê hatîye girtinê û rîya transportêye tevî Ermenîstanê li Qerebaxê hatibû girtinê”,- nava dokûmêntêda hatîye gotinê.
Usa jî hatîye dîyarkirinê, wekî gelek teşkîletên navneteweyî dengê xwe bona wê yekê bilind kirine û hîvî kirine ku li ser wê axa ku ketîye bin kontrola Adirbêcanê, heykelên ruhanî û dîrokî hene, xweykin.







