H’emû nûçeSereke

Ermenîstan  werguhêzî navendeke têknolojîke bi hêz dibe: Forbes

Ermenîstan nava van demên dawî de ji ber tengezarîyên bi cînarê Adirbêcanê re, ji nezelalîyê derketîye berbi navdarîya cîhanî. Lê sedemek din jî heye ku meriv bala xwe bide vî welatê çîyayî û sêktora wê ya têknolojîyê ya ku zû mezin dibe, Forbes dinivîse.

Ew wekî hêzeke têknolojîyê digel lîstikvanên gerdûnî û êkosîstêmek destpêkeke zindî derketîye holê. Û dema ku welat ji alîyê sîyasî ve nêzîkî Rûsyayê û Îranê ye ku wek bertengek li hember cînarên dijmin yên rojava (Tirkîya) û rojhilat (Adirbêcan), sêktora wî ya taybet bi tundî bi rojava ve, nemaze Dewletên Yekbûyî, bi nifûsa dîyaspora ermenî ya ku hema bêje bi Dewletên Yekbûyîva ve girêdayî ye. “Em xwe neteweyek întêrnêtê dihesibînin. Nifşên me yên ermenî hene ku li derveyî welat dijîn”,-Rêm Darbînyan, damezrînerê destpêka Viral Mango dibêje. Kesên mîna Nûbar Afêyan, hevkarê Modêrnaye Alêksîs Ohanyan, hevkarê Reddit Avi Tevanyan, yê berê yê Apple û efirînerê pergala xebitandina mac OS-ê, têkilîyên bi welêt re diparêzin.

Di meha cotmehê de serokê Adobe Şantano Narayên li paytexta Ermenîstanê-Yêrêvanê bû, ji bo ku di konfêransa çîyayê Silicon ya welêt de biaxive û navenda nû ya Adobe veke. Li seranserê bajêr, bi dehan destpêk nûjeniyên xwe di pêşangeha salane ya Digitec de nîşan dan. Welatê biçûk ji xwe yek kornek (Picsart) hilberandîye, ku hîn rêyek dirêj li pêşîya wê heye, Forbes dinivîse.

Li gorî belavokê, nîşaneyên cihêreng îzbat dikin ku Ermenîstan hêza têknolojîk ya pêşkeftî ya herêma Qafqasîya Başûr e, ku ew wekî yek ji baştirîn navendên têknolojîky yên Yekîtîya Sovyêtê mîras girtîye.Yekem kompyûtêrên mebesta giştî li Yekîtîya Sovyêtê di destpêka salên 1960 da li wir hatin efirandin. Wezîrê pîşesazîya têknolojîya bilind ya Ermenîstanê Robêrt Xaçatryan di axaftina xwe ya bi Forbes re got: “Pêşeroja pêşkeftina aborî ya Ermenîstanê di hilberên zanîn-zirav û dahata bilind de ye”. Wezîr ev nêzîkatîya xwe bi wê yekê rave kir ku Ermenîstan xwe nagihîne behrê û lêçûnên lojîstîk nahêlin ku kelûpelên fizîkî bi bihayên reqabetê bên hinardekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button