Vahagin Xaçatûryan li Bûênos Ayrêsê rastî serokên çend welata hatîye /wêne/

Nava çarçoveya merasîma sondxwarina serokkomarê Argêntînayêyî tezebijartî, li qesira Bûênos Ayrêsêye “Kasa Rosad” ê, Vahagin Xaçatûryan rastî padişê Îspanîyayê Fîlîpê 6 a, serokkomarê Ûrûgvayê Lûîs Lakalê Poû, serokkomarê Paragvayê Santyago Pênay, serokkomarê Çîlîyê Gabrîyêl Borîç, serokkomarê Ûkraînayê Volodîmîr Zêlênskî û serokwezîrê Hûngaryayê Vîktor Orban hatîye.

Bi ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda karmendê serokkomarîya Ermenîstanê peyamek belav kirîye.
Wextê hevdîtinê, pirsên têkilîyên dualî, rêyên pêkanîna tam ya potênsîyala heyî hatine gotûbêjkirinê.
Serokkomar Vahagin Xaçatûryan wextê hevdîtinên bi hevkarên bîyanîra, derheqa gavên ermenî yên ji bo îzbatkirina aşîtîya li herêmê, ji alîyê Ermenîstanêda xalên sereke, yên konsêpta “Xaçerêya aşîtîyê” pêşdakişandî, hatine raberkirinê.








