Ermenîstan û Adirbêcan pirsa paşdavekişandina eskeraye ji ser sînor gotûbêj dikin: Mîrzoyan

Ermenîstan û Adirbêcan pirsa paşdavekişandina eskeraye ji ser sînor, gotûbêj dikin.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî derheqa wê yekêda, wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Êstonîyayêyî karên der, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye û serda zêde kirîye, wekî qayîlnivîsara di navbera admînîstrasîya serokwezîrê Ermenîstanê û ya serokê Adirbêcanê pêvajoya çêkirina aminayê, ya tek-tenê nîne.
“Ev qayîlnivîsar ya tek-tenê nîne ku hatîye gotûbêjkirinê.Fikirên başqe hatine gotûbêjkirinê û wê dîsa berdewambin. Mesele, xeberdan derheqa paşdavekişandina eskeraye ji sînorê dewletê hatîye gotûbêjkirinê.Em difikirin, wekî paşdavekişandina eskera wê tehsîreke baş bihêle û wê alî bike ku êskalasîya nû bidine bidine pêşîgirtinê. Li vir ez nabêjim wekî qayîlî heye. Ev yek fikire, ya ku tê gotûbêjkirinê”,- Mîrzoyan gotîye û daye dîyarkirinê,wekî fikirên başqe jî hene, yên ku tên gotûbêjkirinê.







