Gotûbêjkirin dora wê yekê heye, ku çi cûreyî Nexçêvanê Adirbêcanêva bidine girêdanê: Şarl Mîşêl

Nenihêrî wê yekê, wekî serokê Adirbêcanê gotîye wekî armanca wane dijî yekîtîya axa Ermenîstanê tune, lê nava pirsa vekirina rîyada hevraqayîlnebûn hene.
Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî radyoya “Aza” ê, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl gotîye, dema ku xeberdan derheqa wê yekêda çûye ku eşaretî tên dayînê, wekî Adirbêcan gerekê qedirê yekîtîya axa Ermenîstanê bigre.
“Bi rastî heger em lê binihêrin, hevraxeberdan dora cûrên girêdana Nexçêvanê Adirbêcanêva tên gotûbêjkirinê bona ku bêne ser fikirê, wekî bi wê yekê qedirê serbixwetîya Ermenîstanê û qanûndarîya wê digrin”,- Mîşêl gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê ku gelo ew nafikire wekî Adirbêcan pêvajoyê dide paşdaêxistinê û wana jî diavêje nava şaşîyê, Mîşêl gotîye wekî Bryûsêl optîmîste û dîsa dicêribîne hevdîtina nû teşkîlke.







