H’emû nûçeSereke

Paşînyan derheqa mecala aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xeberdaye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa mecala îzbatbûna aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xebedaye û derheqa wan prînsîpada daye dîyarkirinê, nava çarçoveya kîjanada ew yek gerekê bibe.Derheqa wê yekêda Paşînyan wextê hevdîtina wezîra, ya welatên ku bera wan tune, gotîye.

“Pirsa sereke ewe, ku aşîtî di navbera Ermenstanê û Adirbêcanêda wê çi cûreyîbe û nava çarçoveya kîjan prînsîpada gerekê bibe. Prînsîpên hîmlî sisêne: ya ewlin gerekê li ser hîmê prînsîpa serbixwetîyê û wekehevtîyê aşîtî îzbatbe, ya duemîn Ermenîstan û Adirbêcan gerekê yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas bikin, lê ya sêemîn jî ewe, wekî pêvajoya dîyarkirina sînora gerekê li gorî dêklarasîya Alma Atayê, ya sala 1991 ê bê mîyaserkirinê.Ew dokûmênteke usaye, bi kîjanê du bûyar hatine dîyarkirinê: ya ewlin ewe, wekî dewleta Sovyêtê îdî tune û ya duemîn jî ewe, ku li gorî dêklarasîyayê 12 komar bi sînorên Sovyêtêye admînîstratîv serbestîyê dest bînin û ew welat yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin. Ev hersê prînsîp li gorî encamên hevdîtinên li Bryûsêlê hatine dîyarkirinê”,- serokwezîr gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, ku heger Adirbêcan ji wê pevketinê xwe dûr nagire, wî çaxî pêşeroja nêzîkda îmzekirina peymana aşîtîyê wê tiştê bûyînêbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button