Moskva hêvîdare, wekî Paşînyanê 25-26 ê kanûnê here Sankt Pêtêrbûrgê

Alîyê rûsa hêvîdare wekî Nîkol Paşînyanê serokwezîr wê li Sankt Pêtêrbûrgê beşdarî civîna serokên Welatên Hevalbendîya Serbest bibe û Moskva amadeye pirsên tevî Yêrêvanê bi profêsîyonalî helke.Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê gotîye.
“Em li ser bingeha wê yekê dibêjin,wekî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê li gorî dewatkirina serokê Rûsîyayê 25-26 ê kanûnê li Sankt Pêtêrbûrgêbe, li kîderê ewê beşdarî civîna şêwira Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî û serokên Welatên Hevalbendîya Serbest bibe. Li wir mecalê hebe hemû pirsa bilindkin”,-Zaxarovayê gotîye.
Çi ku derheqa pêwandîyên ermenîya-azêrîyadane,Zaxarovayê gotîye, wekî derheqa wê yekêda serokê Rûsîyayê, wezîrên karên der, usa jî admînîstrasîya serokê Rûsîyayê û wezîreta karên der çendik-çend cara dane dîyarkirinê.
“Li ser bingeha pêwandîyên tifaqdarîyê, li Moskvayê her dem amadene hemû têma bi cûrê profêsîyonalî û hevkarîyê helkin”,-Zaxarovayê gotîye.







