H’emû nûçeSereke

Moskva  gotûbêjkirinên  dora peymana leşkerî-têknîkîda elam dike:Yêrêvan wê yekê înkar nake

Li ser fona nerazîbûnên Ermenîstanêye ji Rûsîyayê û  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, Moskva elam dike wekî tevî Yêrêvanê qayîlnivîsarên hevkarîya leşkerî-têknîkîye nû gotûbêj dike. 

Wextê hevpeyvîna tevî  ajansa TASS ê, baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê  Sêrgêy Kopîrkîn derheqa serecema wan qayîlnivîsarada nedaye eşkerekirinê.

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan hevraxeberdanên ermenîya-rûsaye nû, yên dora sîliha înkar nekirîye, lê ewî jî bi hûrgilî nedaye zelalkirinê. “Ew gotûbêjkirin ya tomerîye, nava kîjanada dikarin hemû  “pirsgirêk” hebin, û bo wê yekê gerekê hîvîyêbin, bizanibin çîye, paşê bidine zelalkirinê”,- Sîmonyan gotîye.

Piştî şerê 44 roje, wekîlên desthilatdarîya Ermenîstanê, nava wanda usa jî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, gelek cara nerazîbûn dane dîyarkirinê, gotine ku tifaqdara leşkerî sîliha nade, nenihêrî wê yekê wekî dewsa wan bi seda mîlyon dollar hatine dayînê.Baylozê Rûsîyayê înkar nekirîye, wekî nava peymanên cudada pirs hene, yên ku girêdayîne kompanîyayên rûsîva, lê gotîye ku bawar bikî hemû peymanên ermenîya-rûsa hatine mîyaserkirinê.

“Hemû peyman yan wededa hatine mîyaserkirinê, yan jî nava êtapa dawîdanin”,-Kopîrkîn gotîye.

Mehekê pêşda Paşînyanê serokwezîr îzbat kiribû, wekî pere dane Rûsîyayê, lê sîlih nestendine û bona wê yekê niha rêyên helkirinê digerin.

Serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye, wekî ew yek ne gorî rastîyêye.

Nenihêrî wê yekê, wekî bi fermî nehatîye dîyarkirinê, ku çiqas pere dane Rûsîyayê, hinek wekîlên desthilatdarîyê gotine wekî hetanî 400 mîlyon dollarî dane Rûsîyayê.Alên Sîmonyan wê yekêra qayîl nebû, ku alîyê rûsa pere hildaye, lê nexwestîye sîliha bide.

“Bi fikira min ewê nikaribû bida û ez hêvîdar jî nînim, ku em dikarin hetanî dawîyê bêjin ku derheqa çida em xeberdin, emê wê yekê jî bistînin.Ew wê paşê bê dîtinê”,-Alên Sîmonyan gotîye.

Pêwandîyên ermenîya-rûsa êpêce wedeye ku nava halê sertdanin.Yêrêvan Moskvayê û Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv nava teribandina borcdarîyên tifaqdarîyêda gunehkar dike, Moskva ji hevkarîya Ermenîstanêye tevî Rojavayê nerazîye, îzbatkirina qanûndarîya Romayê çawa gaveke dijminatîyê  qîmet kirîye.

Feqet Alên Sîmonyan gotîye, wekî li Ermenîstanê fikirên dijî rûsa tunene, lê Yêrêvan jî dicedîne ku tifaqdara leşkerî borcdarîyên xweye gorî peymanê biqedîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button