H’emû nûçeSereke
Aşîtî ewqasî nêzîk nîbûye: Alên Sîmonyan
Nava sala îsalinda him destanîn hebûne, him jî undakirin. Derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana.
Bi fikira min em salê bi hêvîdarî serda hevda tînin.Him ji alîyê pêvajoya aşîtîyêda ez usa hesab dikim û him jî paşdahatina dîlên leşkerî.Tiştekî ber çevaye wekî demên dijwar jî hebûne, dema ku Arsax ji ermenîya hate valakirinê.Bi gilîkî em nava wê yekêra derbaz bûne”,-ewî gotîye.
Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê,wekî rojeva aşîtîyê wê bê mîyaserkirinê: “Tê bîra me hemûya,wekî piştî şêr digotin wekî emê nikaribin bi hevra xeberdin,wekî aşîtî wê tunebe, lê niha ber çevaye ku aşîtî tu cara ewqasî nêzîk nîbûye. Ez hêvîdarim”.