H’emû nûçeSereke
Sala 2024 a dikarin 7400 avtomaşînên ku bi ênêrgîya êlêktrîkî dixebitin, bêyî bac, bînin Ermenîstanê

Wextê civîna hukumata Ermenîstanê hatîye birîyarkirinê, ku sala 2024 a dîsa 7400 avtomaşînên ku bi ênêrgîyayê dixebitin, bêyî dayîna bacê gumrikê bînin Ermenîstanê.Ev destûr dane him alîyên fîzîkî û him jî alîyên hiqûqî.
Nava birîyarêda hatîye dîyarkirinê,wekî wextê civîna şêwira hukumatên Avrasîyayî, qayîlî hatîye destanînê, ku bi wedê du sala anîna transporta wî cûreyî bidine dirêjkirinê. Nava çarçoveya wê birîyarêda îzina Ermenîstanê heye salên 2024-2025 a, bona her salekê 8000 avtomaşînên wî cûreyî bînin Ermenîstanê.







