H’emû nûçeSereke

Wine Enthusiast, Ermenîstanê kirîye nav 7 herêmên şerabê yên ku divê di radara hezkirên şerabê de bin

Wine Enthusiast, Ermenîstanê kirîye nav 7 herêmên şerabê yên ku divê di radara hezkirên şerabê de bin.

Li gorî Anî Mûradyan ya ji Ardîya Wanê, ku li Ermenîstanê yekemîn kargeha şerabê ya piştî Sovyetê ye, li Ermenîstanê ronesansa şerabê di wextê rast de pêk tê. “Cîhan dikare bi zindî temaşe bike ka em çawa serdema zêrîn ya şeraba Ermenîstanê dijîn”:- ew dibêje.

Ji bo şerabçêkerên ermenî yên berê dîsa nû bûne. Belgeyên şerabê li Ermenîstanê herî kêm 6000 salî ne. Îro rezên kevin ji nû ve zindî dibin.

“Ermenîstan bi lez û bez li çaralîyê cîhanê ji bo şerabên xwe, yên ku têkêlîya bêkêmasî ya popûlyarbûn û bêhempabûna xwe ne, di nav xerîdaran de entrîgên têrker çêdike, tê nas kirin” ,- Zak Armên, nifşê duyemîn ya ermenî-amêrîkî ku di sala 2018-an de Storica Wines, ku hinarde dike, dibêje.

Ji xêncî Arênî, ku xwedan taybetmendîyek nû û şirîn ya mîna Pinot Noir e, tiriyê spî, Voskêhat, ku tê wateya “berîya zêrîn” jî wekî altêrnatîvek Şardonêîn tê hesibandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button