SerekeSîyasî

Danûstandinên aştîyê  yan hevkêşeyek bi gelek nenasan ra?

Ferhenga sîyasî ya sala 2023 a de yek ji gotinên herî zêde tê bikaranîn “Peymana aştîyê” ye. Ji xwe sala duemîn bi hêvîya ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de belge bê îmzekirin, diqede. Seranserê salê, ne tenê sîyasetmedar û analîst, lê hemwelatîyên asayî jî “pêşveçûn” ya rojeva aştîyê dişopînin, ku ji sala 2023 a berbi  sala 2024 a ve bi aramî dimeşe.

Danûstandinên aştîyê yan hevkêşeyek bi gelek nenasan re? Peyman dê ji çend rûpelan pêk bê, wê kîjan xal û naverokê hebe, wê kengê ji bo îmzakirinê amade be û di dawîyê de, dê aramîya çaverêkirî bîne herêmê yan na? ev pirsên ku  sala 2023 a de neyên bersivandin.

Danûstandinên salê bi hejmarên wiha têne dîyarkirin:

Rasthatina Paşînyan-Elîyêve 6 cara rû bi rû, Mîrzoyan-Bayramov 2 hevdîtin bi hevraxeberdanên çar rojan

Di navbera Yêrêvanê û Bakûyê de 7 gerên pevguhertina teklîfan

70 selef li ser naveroka belgeya danûstandinan lihevkirin

Ji alîyê Adirbêcanê ve herî kêm 2 redkirina hevdîtinên sereke

Du civîn li ser axa Fêdêrasîyona Rûsyayê.

Vê salê de serokwezîrê Ermenîstanê û serokkomarê Adirbêcanê 6 caran hevdîtin pêk anîn. Civîna dawîn pêwendîyên nefermî yên li Sankt Pêtêrbûrgê bû. Û di destpêka salê de, di meha sibatê de, danûstandinên di navbera wan de di çarçoveya konfêransa ewlekarî ya Myûnxênê de, bi sêkrêtarê Amêrîkayêyî dewletê ÿntonî Blînkên, pêk hatin. Meha gulanê de Paşînyan û Elîyêv li Bryûsêlê û Moskovayê bi serokê konseya Avropayê Þarl Mîþêl û serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kiribûn. Di meha hezîranê de, Þarl Mîþêl, serokwezîrê Almanyayê Olaf Þûls û serokkomarê Fransîyayê ÿmanûêl Makron beşdarî danûstandinên di navbera serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê  li Moldovayê bûn. Herî dawî Paşînyan û Elîyêv  15 ê tîrmeha  sala 2023 a  li Bryûsêlê hevdîtin kiribûn.

Serokwezîrê Ermenîstanê di yekemîn rêze hevdîtinan de hê jî behsa dorpêçkirina neqanûnî ya korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanê ve dikir.

Civîna Bryûsêlê ya 14 ê gulanê di warê ragihandinan de bû xaleke veguherînê. Hevdîtina sêalî ya serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokê konseya Avropayê  Þarl Mîþêl 4 sehetan kiþand.

Alîyan li hev kirin ku di dawîya meha cotmehê de li Bryûsêlê bicivin û li ser bingeha 3 prînsîpan danûstandinan bikin: hevdu naskirina yekparçeya axê bi rêflêkseke dîjîtal ya zelal, xêzkirina li ser bingeha danezana Almatî ya sala 1991 ê û rakirina bloka veguhestinê di bin şert û mercên serwerî û dadwerîya welatan li ser rêyan.

10 roj berîya wê civînê, danûstandinên çar rojî yên wezîrên  karên der yên Ermenîstanê û Adirbêcanê Ararat Mîrzoyan û Cêyhûn Bayramov li bajarê Amêrîkayêyî Alîngtonê bi dawî hatin û di dawîya wê hevdîtinê de, alîyê amêrîkî ragihand, ku Yêrêvan û Bakû li ser çend xalên din yên rêkeftinê lihev kirine.

Ev dawîya “pêşveçûna hevdu fêmkirinê” ye.

Adirbêcanê piştî êrîşa leşkerî ya li ser Qerebaxê di meha îlonê de û bi destê zorê sirgûnkirina niştecihên Qerebaxê, hevdîtinên plankirî yên li ser platformên Rojava red kir. Bakûyê civîna Paşînyan-Mîşêl-Elîyêv ya ku hatibû plankirin di dawîya meha cotmehê de pêk bihata betal kir. Di destpêka meha cotmehê de, serokê Adirbêcanê ji bo  konfêransa civaka sîyasî ya Avropayê neçû Granadayê. Di çarçoveya wê de dihat plankirin ku civîneke pêncalî pêk bê, ku serokwezîr Paşînyan hêvîyên mezin pê re hebû.

“Ez pir dixwazim ji we re bêjim ku li Granadaye belgeyek li ber îmzekirinê ye. Lê mixabin, na. Ji ber ku eger belgeyek bê îmzekirin, ev tê wê maneyê ku me ev belge li gorî berjewendîya hevseng Ermenîstanêye û em amade ne ku îmze bikin. Me got rojeva aştîyê karê me ye û em dixwazin bi Adirbêcanê re di zûtirîn dem de peymana aştîyê îmze bikin, wek mînak heta dawîya salê, serê sala tê”.

Li şûna elametîya pêncalî, ya çaralî ya li ser prînsîpên aştîyê li Granadayê hat qebûlkirin. Ji alîyê serokwezîrê Ermenîstanê, serokê konseya  Avropayê, serokkomarê Fransîayê û serokwezîrê Almanyayê ve hat îmzekirin. Gelek vekoler redkirina Adirbêcanê ji beşdarbûna civînan wek hewldanek ji bo dûrxistina gazinan dîtin.

Ji sala 2023 a da li herêma Fêdêrasyona Rûsyayê du hevdîtin pêk hatin. Di nava salê de, alîyê Ermenîstanê gelek pirs ji Moskvayê re kirin, li ser nepêkanîna erkên xwe yên garantor yên di çarçoveya belgeya 9 ê mijdarê de, neçalakbûna  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv û gavên din yên ne hevkarîyê. Gilîyên alîyên ermenî di nava salê de gelek caran ji alîyê serokê parlamêntê Alên Sîmonyan ve hatin pêşkêşkirin.

 “Ma we ferq nekir ku peywendîyên sîyasî hinek aloz in? Ez difikirim ku we dît”.

Lê belê alozîyên mûzakereyê nehiştin ku alî ji 70 selefî “Peymana aştîyê” razî bibin. Di nava salê de, ev hejmar deng veda, û eşkere kir ku mijarên nelihevkirî yên herî dijwar in.

Nava salê de pevguhertina pêşnîyaran di navbera partîyan de gihîşte tûra 7 a.  25 ê kanûn de, Yêrêvanê bi fermî piştrast kir ku wê pêşnîyarên nû yên Bakûyê yên li ser pêşnûmeya peymana aştîyê wergirtine. Xebata li ser întêrnêtê ya amadekirina belgeyê li ser bingeha pêşnîyarên 5 xala yên Adirbêcanê par dest pê kir. Heger em pêvajoyê li gorî prînsîpa “pêşnîyara wergirtî bersiv şandin” bi hejmêrin, wê demê ev belge ji berê de ji Yêrêvanê bo Bakûyê û berevajî wê herî kêm 7 caran hatîye veguhestin. Alîkarê wezîrê karên der Parûyr Hovhannisyan dîyar dike ku  sekinandina hevdîtinên di asta bilind de, pêvajo bi formatên din jî didome.

“Derfetên cuda ji hêla navbeynkaran ve têne pêşkêş kirin, ez nikarim bêtir berfireh bikim. Yanî pêvajo dewam dike. Ji xwe, ev pêvajo ne tenê ji hevdîtinên di asta bilind de, di heman demê de amadekarî, nîqaşên di asta pisporan de jî pêk tê.

Hêvîyên di qada sîyasî ya navxweyî ya Ermenîstanê de ji peymanê cuda ne. Pêvajo geşbînîyê nade muxalefetê. Herdu fraksyonên mûxalefetê yên parlementoyê, “Ermenîstan” û “ Qedirê min heye” ne tenê di derbarê roja îmzekirinê de, di derbarê naveroka belgeyê de jî îhtiraz hene.

Artûr Xaçatryan: “Peymana nepenîtîyê, destûreke min heye, lê min bi xwe ew belge nedîtîye. Dema ku gotinên van rayedaran û rayedarên Adirbêcanê bidin ber hev, ez ösa difikirim ku di wê belgeyê de çi hatîye nivîsandin. Bi rastî ez bawer nakim ku heta vê rojê tu belge bên îmzekirin. Yan jî bi kêmanî ez hêvî dikim”.

Tagûhî Tovmasyan: “Weke niştecihekî herêma sînor, tiştê ku ez herî zêde li ser vê gerstêrkê dixwazim ew e ku em aştîyê pêk bînin û di atmosferek bi rastî aştîyane de bijîn. Lê hökömet çiqasî behsa aştîyê bike, em ewqasî jî ji dijmin êrîş dikin”.

Hewldanên ji bo avakirina aştîyê li herêmê berê dest pê kiribûn. Sala 1992 a da koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê yê ji bo vê armancê hate avakirin, di dema aktîv ya çalakîya wê de li Ermenîstanê serok hatin guhertin, lê rewş neguherî. Hevdem li gel danûstandinan, Adirbêcanê jî agir berdabû û di sala 2020 î da yek ji 3 prînsîpên destnîşankirî, ku pêwîstîya bikaranîna hêz û gefa hêzêye, binpê kiribû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button