H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê hê jî qadeke  mayîn û  neteqîyayî hene

Navenda pispor û paqijkirina mayînên mirovî xebatên ku sala 2023 a da hatine kirin bi kurtasî eşkere kir. Ji “Armênprêss” ê re ji hêla desthilatdarîya neteweyî ya çalakîyên paqijkirina mayînan ve hat ragihandin ku di encama xebata lêkolînê ya netêknîkî ya ku sala 2023 a da ji hêla navenda ragîhandina mayîn û pisporê ya mirovahî ve hatî meşandin.

Li şûna 50 000 mêtr qada ku di plansazîya sala 2023 a da hatîye dîyarkirin, li herêmên Cêrmûkê, Kêçût û Vardênîsê yên navçeya Gêxarkûnê, bi tevahî 234 hezar û 192 mêtr qada qirêj ji teqemenîyan paqij kirin. Deverên paqijkirî bi tabelayên “Etîketa kesk” hatin nîşankirin, ku piştrast dike ku ew ewle ne, û ji bo karanîna bêtir bi armanc radestî rêveberîyên herêmî hatin kirin.

“Heta dawîya kanûna sala 2023 a, li Komara Ermenîstanê 111 deverên xeternak yên piştrastkirî û 25 gumanbar hene ku bi mîn û cebilxaneyên neteqîyayî bi rûbera 42,165,966 mêtr li Komara Ermenîstanê gemarî ne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button