H’emû nûçeSereke
Li gorî encamên salê derdor 0 selef înflasyon wê hebe: cîgirê serokê banka Merkezî

Sîyaseta diravî de, em di gihandina armancên xwe yên sereke de serketî ne.Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna bi têlêvîzyona Civakî, cîgirê serokê banka Merkezî Armên Nûrbêkyan daye kifşê.
“Bi taybetî di dawîya sala 2022 a da înflasyoneke me ya zêde hebû, derdora 8 selefê, sala 2021 ê de li Ermenistanê jî înflasyoneke bilind hebû, di encamê de hêvîyên înflasyonê zêde bûn. Ji ber vê sedemê bû ku me rêjeyên faîzê bilind kir û hişt ku em înflasyonê vegerînin asta armancê û di encamê de di dawîya salê de ji sedî sifir înflasyon wê hebe. Di rastîyê de, em ê bibin xwediyê mezinbûna aborî ya bilind, lê înflasyoneke kêm, ku li cîhanê fênomênek kêm e”,- ewî got.







