H’emû nûçeSereke

Hevraxeberdan berdewam dibin: Armên Grîgoryan derheqa paşdavekişandina eskerada

Alîyê ermenî dora paşdavekişandina eskera tevî Adirbcanê hevraxeberdana berdewam dike û xerîtên Sovyêta berê, yên salên 1974-1978 a çawa bingeh qebûl dike.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Gîîgoryan gotîye rojnamevana.

Fikira paşdavekişandina eskerada Nîkol Paşînyanê serokwezîr cara ewlin gulana sala 2021 ê elam kiribû, dema ku hêzên azêrîya li çend beşên Syûnîkê û Gêxarkûnîkê ketine axa Ermnîstana serbixwe.

“Hevraxeberdan berdewam dibin û em hêvîdarin,wekî emê wî alîda bikaribin bighîjine açixîyê”,-sêkrêtarê ewlehkarîyê gotîye.

“Grîgoryan nexwestîye derheqa guhartinên nava têksta peymana aşîtîyêda şirove bike, kîjan ji alîyê Adirbêcanêda hatine qebûlkirinê.Adirbêcanê dabû dîyarkirinê,wekî pêşkeftin heye û pêşnîyara dawî ji yên mayîn cuda dibe û gelek xal hene,  ku ew ji alîyê wanda tên qebûlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button