H’emû nûçeSereke

Li kîjan welata hilbijartinên serokatîyê wê pêk bên?

Ji alîyê hilbijartinên serokatîyêda sala 2024 a wê  “dewlmendbe”.

Li Adirbêcanê hilbijartinên serokatîyê wê ji sirê derbin. Îlham Elîyêv emirnivîsar îmze kirîye, li gorî kîjanê hilbijartinên serokatîyê wê 7 ê sibata sala  2024 a pêk bên.

Hilbijartinên serokatîyê usa jî li Rûsîyayê wê pêk bên, ji 15 ê adarêda. Serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn îdî bi fermî çawa kandîdatê serok hatîye pêşnîyarkirinê.

Sala 2024 a usa jî hilbijartinên parlamênta Avropayê wê pêk bên. Ewê meha hezîranêda bêne teşkîlkirinê.

Hilbijartinên serokatîyê usa jî wê 5 ê mijdara sala 2024 a li Dewletê Amêrîkayêye Yekbûyî pêk bên. L wir wê serokê amêrîkî, yê hejmara 60 î bê hilbijartinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button