H’emû nûçeSereke

Bekû dîlên ermenî bona wê yekê xweyî dike ku Ermenîstan berbi berdaxustinên nû here: Sahakyan

Bekû dîlên ermenî bona wê yekê xweyî dike ku ji Ermenîstanê berdaxustinên sîyasî û axêye nû bistîne.Derheqa wê yekêda seroka merkeza mafê navneteweyî Sîranûş Sahakyanê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî dewsa du xirabkarên azêrî, 32 dîlên ermenî paşda hatin û li Ermenîstanê îdî dîlên azêrîya tunene.

Me bûyarên wî cûreyî wextê dayîna xerîtên deştên mînkirî dîtine.Alîyê ermenî carina gavên navçîgarîyê ji welatên usa qebûl kirine, yên ku  dijminin.Bi vî cûreyî Adirbêcanê navên wan daye bilindkirinê û ew yek jî pirsgirêka sîyasîye.Bi taybetî gilî derheqa Macaristanêdane.Paşdavegerandina dîlên mayîn jî tiştê bûyînêye, lê desa wê yekê ewê dewekarîyên sîyasî raberkin, bêyî kîjana Adirbêcanê tu pirseke hûmanîtarî hel neke”,- Sahakyanê gotîye.

Bi axaftina derheqa hejmara dîlên ermenîye li Adirbêcanê, Sîranûş Sahakyanê gotîye,wekî li gorî   melûmetîyên berevkirî, hejmara dîlaye li Adirbêcanê bi rastî dighîje 80 merivî.

“80 bûyarên girêdayî dîlketinêra hene û şedetîyên wan jî tên raberkirinê.Xêncî wê yekê hene melûmetî wekî merivên undabûyî saxin.Ez înkar nakim,wekî wê hebin meriv, yên ku  çawa kuştî bên hesabê û dikarin ji navnîşên merivên bêser-berate undabûyî bêne derxistinê”,-Sahakyanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button