H’emû nûçeSereke

“Ez pêşkêşa peretî soz didim” : Paşînyan derheqa “Korîdora Zangêzûrê” da

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan pêşkêşa peretî wî merivîra soz dide, yê ku nava elametîya 9 ê mijdarêda gotina “Korîdora  Zangêzûrê” bibîne. Derheqa wê yekêda ewî wextê civîna partîya “Peymana sîvîl” gotîye.

Bi gotina serokwezîr, ji Adirbêcanê dibêjin ku ew gihîştine wê yekê wekî nava elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î da, “Korîdora Zangêzûrê” jî bê dîyarkirinê û wekî Rûsîyayê ewlehkarîya wê rêyê bide çareserkirinê.

“Nava elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î, tiştê usa nivîsar tune. Tu cîhekî nivîsar nîne wekî Rûsîya gerekê nava axa Ermenîstanêda ewlehkarîya rê bide çareserkirinê. Eva îdî serê sê salaye wekî Adirbêcan wê  gotina “Korîdora Zangêzûrê” dide pêşxistinê û elametîya sêalîva dide girêdanê. Kî ku nava elametîya 9 ê mijdarêda gotina “Korîdora Zangêzûrê” bibîne, ez pêşkêşa peretî bo wî soz didim”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button