H’emû nûçeSereke

“Hema bi wan qewila jî em amadene rê bidin”: Paşînyan derheqa Nexçêvanêda

Ermenîstan bona pêwandîya tevî Nexçêvanê hazire rê bide Adirbêcanê. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna partîya “Peymana sîvîl” gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî cêribandin tê kirinê, ku gotina korîdorê bê îzbatkirinê.

“Dema ku em dibêjin wekî ew yek dijî yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wêye, çawa ku ew dibêjin, dide kifşê,wekî wê gotinê usa jî derheqa rêyên nava Îranêra didine xebatê, nava wêda usa jî derheqa korîdora bakûr-başûrda, ya ku ji Rûsîyayê nava Adirbêcanêra diçe Îranê.Em dibêjin,wekî em wê yekê fem dikin, niha têma pêwandîya Adirbêcanê û Nexçêvanê heye. Dîsa himberîhevkirin hindava pêwandîya nava Îranê tê kirinê, ya ku roja îroyîn heye. Em bersivê usa jî didin wekî çawa ku Îran rê dide ku Nexçêvanêva bêne girêdanê, em jî bi wan qewilava amadene him rîya avtomaşîna û him jî rîya hesinî bidin”,- serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button