H’emû nûçeSereke

Paşînyan pêşnîyarî Elîyêv dike ku peymana kontrolkirina sîliha morkin

Serokwezîrê Ermenstanê Nîkol Paşînyan pêşnîyarî Elîyêv dike ku peymana kontrolkirina sîliha morkin. Derheqa wê yekêda ewî wextê civîna koma partîya “Peymana sîvîl” gotîye.

“Wî çaxî Ermenîstan û Adirbêcan wê pevketinên konkrêt girêdayî sîlihava dest bînin û mecalê hebe, ku hev kontrol bikin”,-Paşînyan gotîye.

“Bi gotina wî, Adiribêcan ji alîkîva dibêje,wekî ew dixweze artêşa xwe bide qewatkirinê, lê ji alîkî mayînva jî nerazîye,wekî Ermenîstan ji Fransîyayê û  Hindsitanê sîliha dikire.

“Dêmek, li vir fikrdarî kîjane? Usaye gerekê artêşa Ermenîstanê tunebe? Heger ev yek  usaye,wî çaxî mafê heyîna Ermenîstanê dikeve bin şikberîyê û ew tiştê qebûlkirinê nîne, çimkî mafê  her welatekî heye ku artêşa wî hebe. Bo wê yekê jî em dibêjin,werin em peymanê morkin, ku mecala şêr tunebe.Carina, dema ku nasîya xwe didine pêşnîyarên Adirbêcanê, fikira usa pêşda tê wekî dicêribînin dokûmênteke usa hebe, bi kîjanê şerên pêşerojê dikarin bibine yên lêgîtîm.Ev yek ji fikirdarîyê dere”,- serokwezîr gotîye.

Bi axaftina derheqa pêvajoya hevraxeberdanada, serokwezîrê Ermenîstanê gotîye,wekî Ermenîstan û Adiribêcan hetanî niha bi zimanên dîplomatîye cuda diaxivbin.

“Vê yekê gerekê înkar nekin, çimkî him li Ermenîstanê û him jî li Adirbêcanê hene hêz, yên ku hindava aşîtîyê hewaskar nînin.Ya girîng ewe ku nevsên derecebilind çi dibêjin û ew yek dide kifşê, ku em bi çiqasîva li ser rîya berbi aşîtîyê zelalin. Belê, gelek dijwarî wê hebin, lê ew yek jî pirse, ku gelo em bi rîya helkirina wan dijwarîya diçin, yan na”,- ewî gotîye. Paşînyan daye bawarkirinê,wekî ew bi xwe bi wê rêyê diçe û hêvîdare wekî serokê Adirbêcanê jî wê bi wê rêyê here. 

Zêdetir nîşan bide
Back to top button