H’emû nûçeSereke
Sala derbazbûyî li Ermenîstanê sê wekîltîyên dîplomatî hatine vekirinê

Bi armanca pêşxistin û qewînkirina pêwandîyên dîplomatî, sala 2023 a li Ermenîstanê wekîltîyên dîplomatîye nû û usa jî yên Ermenîstanêye li welatên der, hatine vekirinê.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine.
Hatîye birîyarkirinê ku baylozxana Ermenîstanê li Ûrûgvayê, ofîsê li Lyûksêmbûrgê bin bandora baylozxana Ermenîstanêye li Bêlçîkayê bidine vekirinê.
Merasîmên vekirinêye fermî wê sala 2024 ada biqewimin.
Li Ermenîstanê jî wekîltîyên dîplomatîyêye nû hatine vekirinê: ya Kanadayê, padişatîya Bêlçîkayê, dewleta Qeterê.







