H’emû nûçeSereke

Em artêşê pêşda dibin û heger pêwîstbe, emê hetanî dawîyê xwe biparêzin: serokê parlamêntê

Dewekarîyên Ermenîstanêye hindava axa tu welatekî tunene, lê em artêşê didine pêşxistinê û heger pêwîstbe, emê hetanî dawîyê xwe biparêzin.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa elametîyên Adirbêcanêye van axirîyada xeberdaye.

“Gelo nîşaneke usa heye wekî Ermenîstan difikire, ku nava hemû pirsada wê tenê aşîtîbe, bêguman, na. Artêşa me heye, em artêşê didine pêşxistinê û heger pêwîstbe, emê hetanî dawîyê xwe biparêzin. Feqet em xwe amade nakin ku êrîşê bibine ser welatekî û dewekarîya meye hindava axa tu welatekî tune”,-Sîmonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button