H’emû nûçeSereke
Nava peymanêda derheqa “Korîdora Zangêzûrê” da xal tune: serokê parlamêntê

Nava peymanêda derheqa “Korîdora Zangêzûrê” da tu xal tune û nikare hebe. Me gotîye belê, em fem dikin wekî Adirbêcan rê dixweze ku ji beşeke welatê xwe derbazî beşa mayîn bibe û bona wê yekê rê dixweze, me jî gotîye wekî em amadene bona wê yekê û diqewime pêvajoyeke sivik hebe ku ew bikaribin herin û bên, lê tiştekî ji axê der tune. Derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, gotîye rojnamevana.
Çi ku derheqa hevraxeberdanên tevî Adirbêcanêye, serokê parlamêntê gotîye: “Ez nabêjim,wekî hevraxeberdanên raste-rast nikarin hebin, çimkî mesela hevraxeberdanên raste-rast hebûye, lê amadebûna civaka navneteweyî jî girînge. Mesele, paşdavegerandina 32 dîla encamê axaftina raste-raste, ya ku mesela xirab nîne”.







