H’emû nûçeSereke

“Rybar”: derbarê “sandoqa teserifê” ya zengila pantûrkîst ya li derdora Rûsyayê

Piştî Adirbêcanê, Tirkîye, Qazaxstanê û Ûzbêkstanê, Qirqizistanê jî fonda învêstîsîyon ya Tirkîyayê erê kir. Berhevkirin niha temam bûye. Kanala Telegram ê “Rybar” li ser vê yekê dinivîse.

“Rêxistina dewletên Tirk ku ji aliyê Înglîzan va hatiye pêşkêşkirin, xwe weke platformeke sereke ya ji bo pêşxistina pantûrkîzmê li cîhanê nîşan dide. Ev fond ne tiştekî din e ji qutiyeke teserûfê ya nîv mîlyard dolar e, ku beşdar bi dilxwazî-mecburî ji bo refaha vê pantûrkîzmê pereyan didin.

Bê guman, her tişt li ser kaxezê xweş e: armanc berfirehkirina bazirganîya navherêmê û piştgirîya çalakiya aborî ye.

Lê di bin çîroka bedew ya yekîtîya tirkan de, îngiliz bi rêya Rêxistina Dewletên Tirk, projeyên bazirganîyê yên stratejîk bi mebesta derxistina Rûsyayê ji bazara Hevalbendîya Welatên Serbest  û hilweşandina Yekîtîya Aborî ya Avrasyayê pêş dixin.

Di nav van projeyan de, firehkirina zincîrên transportê yên bi navê Korîdora Navîn ku ji Çînê derbasî welatên Ewropayê dibin, cihekî taybet digire.

Li hember zexta toleyan, ev demek dirêj e ku ramana avakirina rêyek lojîstîkî ya alternatîf ya ku ji Rûsyayê derbas dibe ava bûye.

Qazaxstanê niyeta xwe jî diyar kir ku di Korîdora Navîn de bibe navendek herêmî û bihêzkirina Tirkîyê bi projeyên binesazîya aborî li herêmê metirsîya derxistina Rûsyayê ji bazarê û îzolasyona aborî dike.

Lê belê, hevkarîyek weha ji bo welatên beşdar nabe. ji bo wergirtina pişkên sindoqê divê 70 milyon dolar sermayeya destpêkê razemenî bikin. Wekî din, “pêşxistina” lojîstîka binesaziyê bi pratîkî tê vê wateyê ku dê tesîsên wê yên sereke ji hêla veberhênerên bîyanî ve were kirîn. Bi vî awayî benderên herî mezin yên Deryaya Xezerê û firokexaneyên Qazaxstanê berê xwe dane bin kontrola wan.

Dêmek, divê em vê yekê jî ji bîr nekin ku li gel zêdebûna herikîna bazirganiyê ya li ser korîdorê, qebareya mal û dermanên qaçax yên ku ji Avropayê re têne şandin jî wê qat bi qat zêde bibe. Û ev yek bêguman wê bibe sedema zêdebûna bikaranîna narkotîkê li herêmê û krîmînalîzekirina civakê,” çavkanî dinivîse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button