SerekeSîyasî

Barzanî: em nikarin li ber gavên ji alîyê Îranêda avîtî bêdeng bimînin

Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzanî nava elametîya xweda êrîşa ser Hewlêrê şermezar kirîye, ya ku ji alîyê Îranêda hatîye mîyaserkirinê û ew êrîş çawa “şermeke mezin” nav kirîye.

“Ez dibêjime wan gunehkarên ku ew êrîş mîyaser kirine wekî  kuştina binelîyên edil serbilindî nîne.Hûn dikarin me bikujin, lê bizanibin wekî îradeya gelê Kurdistanê wê her bimîne”,- Barzanîyê serok gotîye. “Temamîya dinîyayêra eyane,wekî ji sala 2020 î da  Hewlêr bi deha cara ji alîyê Îranê û tifaqdarên wêda bi rokêta hatîye êrîşkirinê.Ev êrîş neheqîyeke eşkereye, ya dijî gelê kurde”.

“Sînorên sebira me hene. Wextê êrîşa dawî, ya şeva derbazbûyî, malbeteke bêsûc li Hewlêrê hate qetilkirinê û em vê yekê bi tundî şermezar dikin.Bêşik ev êrîş ne ya mêrxasîye, lê diha rast ya şermîyêye”.

 Mesûd Barzanî daye dîyarkirinê,wekî gunehkarên vê xirabkarîyê bi temamî derc dikin wekî xweafûkirinên wan bêhîmin.Ewî gotîye,wekî bona  dûrxistina guhdarîyêye ji pirsgirêkên xwe, ew dijî Hewlêrê û cimeta Kurdistanê agrêsîyayê mîyaser dikin.

Serok Barzanî nava axaftina xweda usa jî daye dîyarkirinê,wekî gavên wî cûreyî nikarin her dem berdewambin û cimeta kurd wê hindava wê  neheqîyê bêdeng nemîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button