H’emû nûçeSereke

Bi cûrê dokûmêntê gerekê sînorê sala 1991 ê bê raberkirinê: Paşînyan derheqa pêvajoya dîyarkirina sînorada

Pêvajoya dîyarkirina sînora, ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda gerekê sînora çê neke, lê ew gerekê wî sînorî bi cûrê dokûmêntê raberke, yê ku sala 1991 ê hebûye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wextê civîna partîya “Peymana sîvîl” gotîye, dema ku ewî derheqa pêvajoya aşîtîyêda xeberdaye.

“Gelo ew fikir heye,wekî yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê kîjane?: bersiva vê pirsê heye. 6 ê cotmeha sala 2022 a, li Prahayê pevketin hatîye destanînê, wekî Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya axa xwe û serbixwetîyê li sr bingeha dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê, nas dikin. Dêklarasîya derheqa Alma Atayêda derheqa wê yekêdane,wekî Yekîtîya Sovyêtê îdî tune, lê komarên wê, kîjana dêklarasîya Alma Atyê îmze kirine, didine dîyarkirinê,wekî sînorên admînîstrasîya dibine sînorên dewletê. Em dibêjin wekî em vê prînsîpên qebûl dikin. Li Prahayê elametîya çaralî hatîye qebûlkirinê û ew ji alîyê Adirbêcanêda hatîye pejirandinê.Em dibêjin wekî  pêvajoya dêlîmîtasîyayê gerekê sînorênê nû çê neke, lê gerekê bi cûrê dokûmêntê wî sînorî bide kifşê, yê ku sala 1991 ê di navbera komarên Sovyêtêda hebûn û ew wî çaxî yên admînîstratîv bûn”,- serokwezîr gotîye.

Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî ev birîyar dikare aşîtîyê sazke.

“Him Ermenîstan û him jî Adirbêcan bi sînorên xweva hatine naskirinê. Sînorê Ermenîstanê yê Komara Ermenîstana Sovyêtêne.Bi vê yekê, em li bingeha lêgîtîm disekinin û ew yek heger bi profêsîyonalî bê amadekirinê, wê aşîtîyê bide çareserkirinê û wê usa jî bibe faktora ewlehkarîya me”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button