H’emû nûçeSereke
Li eydbazara Bêrlînê 31 eşîyayên ermenî hatine raberkirinê

19 ê meha çile li merkeza Bêrlînêye pêşengeha eydbazara navneteweyî, ya bi navê “Hevtîya kesk 2024” destpê bûye, ya ku bona goveka xurekçêkirinê û îçikê platformeke girînge. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê ragîhandine.
Nava çarçoveya bernama wezîreta Ermenîstanêye êkonomîkayê, Ermenîstan bi salona tevayî hatîye raberkirinê.
Li salona ermenî eşîyayên 31 kompanîyayên Ermenîstanêye malhebûna gundîtîyê, xurek û îçikê hatine raberkirinê.
Bi tomerî hildayî, 1700 wekîlên ji 68 welata beşdar dibin û têra tê dîtinê,wekî ji temamîya dinîyayê 420 000 mêvanên wê li wir biqesidin.







