SerekeSîyasî

Safîn Dîzayî: Îran hewl dide rastîyên êrîşa Hewlêrê veşêre

Berpirsê ofîsa pêwendîyên der ya hukumeta Herêma Kurdistanê Safîn Dîzayî got: “Îranê ji bo veşartina tawanên xwe yên li dijî Herêma Kurdistanê fotoşop bikar anî. Derket holê ku hemû ji rastîyê dûr in”.

Safîn Diîayî li ser êrîşa Îranê ya li Hewlêrê daxuyanîyek da çapemenîyê.

Dîzayî destnîşan kir ku qetilkirina sîvîlan mijareke mirovî ye û hemû mirovatî û kurdan eleqedar dike.

Herwiha Dîzayî bi bîr xist ku hemû nûnerên bîyanî yên li Îraqê û Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî ev êrîş şermezar kir.

Dîzayî da zanîn ku serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di hevdîtinên xwe yên di çarçoveya forûma aborîyê ya cîhanê ya Davosê de ev mijar anî rojevê.

“Îranê ji bo êrîşê veşêre wêne fotoþop kirin”.

Safîn Dîzayî dîyar kir ku hertim pêwendîyên baş di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de hebûne û wiha pê de çû:

“Mafê cînaran li ser cînaran heye, lê cînartî ne wisa ye. Êrîşa li Herêma Kurdistanê karesatek bû.

We bi xwe jî dît ku çawa çapemenîya Îranê ji bo êrîşê veşêre, wêne fotoşop kirin.

Derket holê ku hemû ji rastîyê dûr in. Ez hêvî dikim ku tiştekî wiha careke din dubare nebe”.

Li alîyê din Dîzayî got: “Herêma Kurdistanê li herêmê tu carî li ser tu kesî nebûye gef. Kesên hatine hedefgirtin ew kes in ku ji bo avakirina herêmê xizmet kirine.

Pey wira civaka navneteweyî jî heye ku pêşî li van êrişan bigire”.

“Mala hatîye hedefgirtin ne navenda Mossadê bû”.

Dîzayî gotinên misteşarê ewlehîya neteweyî ya Îraqê Qasim Erecî yên “Mala hatîye hedefgirtin ne navenda Mossadê bû” bi bîr xistin ku îdiayên Îranê red kirin.

Dîzayî da zanîn ku komîsyona lêkolînê ya hevbeş ya ku ji alîyê hukumetên Îraqê û Herêma Kurdistanê ve hatye avakirin, xebatên xwe didomîne.

“Îran û Îraq 2 roj berîya êrişê civiyan”.

Rayedarên Îranê îdîa kiribû ku berîya êrîşê Îraq hatîye hişyarkirin.

Dîzayî bal kişand ser wê yekê ku 2 roj berîya êrîşa li Hewlêrê, li Bexdayê di navbera Îraqê û Îranê civînek hatîye lidarxistin û got, “Lê di civînê de behsa îdîayek yan jî êrîşeke wiha nehatîye kirin” û îdayên Têhranê pûç kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button