H’emû nûçeSereke

Biharê  Ermenîstan wê mehekê bibe navendek lêkolîna Marsê

Îro li baylozxana Ermenîstanê  forûma fezayê ya Ermenîstanê û forûma fezayê ya Aûstrîyayê li Ermenîstanê  hat pêşwazîkirin. Balyoz Papîkyan di axaftina xwe de bi kêfxweşî dîyar kir ku Ermenîstan wê biharê  mehekê bibe navenda lêkolîna Marsê. Balyoz li ser girîngîya zanistî û perwerdehîyê “AMADEE-24″ê, spasîya forûma fezayê ya Aûstrîyayê kir ku Ermenistan wek welatê mêvan hilbijart.                                                                                                                    

Forûma fezayê ya Aûstryayê çawa mîsîyona Marsê, Ermenîstan wek welatê mêvan hilbijart. Tetbîqatên AMADEE24ê dê wê adara  sala 2024 a de bên kirin. Di çarçoveya simûlasîyonê de, ekîba navneteweyî dê mehekê li ser deşteke bilind ya zinar, ku ji gelek alîyan ve dişibihe deştên Marsê, perwerdeyê bide. Ev ê bibe  modêla 14 emîn  ku ji hêla OeWF ve tê meşandin, di dema ku têknolojîyên ji bo mîsyona pêşerojê ya Marsê têne ceribandin.

Mîsyonên matêryalan cêribandin, xeletyên pergalê analîz bikin, û çaresermyan bibînin.

Karmendên mîsyonê ji xwe biryar dane. 2 jin û 4 mêr ji Aûstrîyayê, Almanîyayê, Îsrayêlê, Îtalyayê û Brîtanyaya Mezin dê beşdarî modêlê bibin. Anîka Mêhlîs ya ji Almanyayê wê bibe yekemîn jina ku wê mîsyonê bi rê ve bibe.

Nîsana  sala 2023 de, dêlêgasîya forûma fezayê ya Aûstrîyayê li Ermenîstanê serdana cîhê AMADEE24 kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button