SerekeSîyasî

Yêvgênî Sаtanovskî têra dibîne wekî li Rojhilata Navîn şerê atomêyî mezin dikare biqewime

Li Rojhilata Navîn şerê mezin wê hebe.Derheqa wê yekêda,wextê qisa tevî  NEWS.am ê, serokê înstîtûta rûsî, ya Rojhilata Navîn Yêvgênî Satanovskî gotîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî wextê wî şerî dikare êtapa atomî jî hebe.Bi qîmetkirina wî, îranî gelekî nava pevçûyînên tevî Îsrayêlê pêşda çûne û ew tunebûna dewleta cuhîya dixwezin.Satanovskî daye dîyarkirinê,wekî HAMAS bi xwe êrîş nebirîye ser Îsrayêlê.

“Ev hemû tişt dikare werguhêzî şerê mezinbe û ew yek wê li ser Îranê tehsîrke. Pirs pêşda tê, ku gelo çawa bêyî derba atomî hindava Îranê serkevin? Çetin îsrayêlyara ew yek li hev bê.

Alîyên mayîn gerekê bicêribînin nekevine navbera wan.Ev yek bi texmîn dikare bê teribandinê”,-Satanovskî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button