H’emû nûçeSerekeSîyasî

Dîrokzanê rûs: azêrî kîne? : miletê usa tune

Azêrî kîne? : miletê usa tune. Derheqa wê yekêda dîrokzanê rûs Mîxayîl Smolîn wextê progirama têlêvîzîyona NTV ê gotîye. Bi gotina wî, Qazaxstan cara ewlin çawa komara kazakî, nava teşkîla Fêdêrasîyona Rûsîyayêda hatîye navkirinê.

“Qazax tunebûn, paşê nava teşkîla komara qazaxaye Sovêtîyêda, komara otonom, ya Qirqizstanê hate sazkirinê. Mesele, hetanî şoreşê ûzbêk tu cara tunebûne. Navê wî cûreyî, yê êtnîkî tunebû. Azêrî kîne?: miletê wî cûreyî tune”,- Smolîn gotîye.

Berdevka wezîreta Rûsîyayêye karên der Marîya Zaxarovayê elam kirîye,wekî ew fikir ya Smolîne şexsîye.

Parlamêntvanê miclîsa Adirbêcanê Mûsa Qasimlî jî pêşnîyarî dîrokzan kirîye ku ew xebernamên rûsîye salên 1830 î û rojnamên Tiflîsêye sedsala derbazbûyî bixwîne, li kîderê “derheqa navê azêrîyada tê bîranînê”.

Derheqa kîjan xebernamada parlamêntvanê Adirbêcanê dibêje, ew yek femdarî nîne. Lê xebernama ênsîklopêdîyayê, ya Brokhaûzê û Êfronêda navê miletê wî cûreyî tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button