H’emû nûçeSereke

The Guardian xwaringeha Tsaghkunk ya Ermenîstanê û Glkhatun xist menûya nav xwe

Rojnameya Brîtanî The Guardian 20 xwaringehên avropî yên ku serdana wan pêşnîyar dike, li ser bingeha nerînên 20 şef û nivîsarên xwarinê weşand. Di nav wan de xwaringeha Tsaghkunkê ya ermenî û Glkhatun jî heye.

Ermenîstan balê heq dike, dibêje nivîsara xwarin û gerê Kêrolayn Êdên, ku pirtûka wî ya dawîn, meha gulanê de bê çapkirin. “Der, mûzîk, mûze, huner û meşîn hemî hene,” ew dibêje. Usa jî xwarin û şeraba bêhempa.

Li serê lîsteya Êdênê ya “cîhên bi rastî jî atmosfêra xwarinê” gundê piçûk yê Saxkûnk û xwaringeha bi heman navî ye, ku ew xewna vegerê ye. “Axaftina li ser ne hêsan e, û bi taybetî jî ne hêsan e ku hûn herin wir, lê heke hûn bi temên herêmî eleqedar in, ev der li Ermenîstanê cîhek e ku divê bê zîyaret kirin.Aşpêj jêhatî ne, ji zozanên derdorê karî û gîyayan berhev dikin, li kêleka malê nanpêjxaneyek kevneşopî heye ku ji bo çêkirina loş tê de heye”.

Serdana wê derê dê ji gola Sêvanê rêwîtîyek mezin be, û  ji Yêrêvanê rîya sehetekê dûr e. Ev tam xwarina taybetî ye ku Êden ji dûr ve bêrîya wê dike. “Bi gîyayên çîya û mastê dagirtî, ji derve tirş in, ji hundur nerm û pir xweş in”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button